Îsal ji Başûrê Kurdistanê ti kesî Umre nekiriye

13-02-2018
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Umre Hec Firokexane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Salên borî di van çaxan de firokexaneyên Başûrê Kurdistanê bi welatiyên ku dixwazin biçin Umreyê tijî dibûn,lê îsal ti kes ji Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî neçûne. Wezareta Karûbarên Olî jî diyar dike ku ji bo geşta Umreyê daxwazeke zêde heye.

 

Girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, bûye sedema wê yekê ku ji Kurdistanê îsal ti kes nekarî Umre bike, tevî wê yekê ku 3 meh in demsala Umreyê dest pê kiriye.

 

Berdevkê Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl Kemal ji Rûdawê re diyar kir: “Tevî ku çend meh in demsala Umreyê dest pê kiriye, ji Herêma Kurdistanê ti kes neçûye Umreyê, ev jî ji ber wê yekê ye ku firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji bo geştên navdewletî girtî ne.”

 

Li gor amarên Wezareta Karûbarên Olî di sala 2013an de 63 hezar kes ji Herêma Kurdistanê çûne Umreyê, lê di sala 2014an de ev hejmar daketiye û bûye 40 hezar kes. Ji ber hebûna qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê di sala 2015an de hejmara welatiyên ku çûne Umreyê daketiye 30 hezar kesan, di sala 2016an de jî hejmar daketiye 15 hezar kesan, lê di sala 2017an de hejmara welatiyên ku ji Herêma Kurdistanê çûne Umreyê cardin dest bi zêdebûnê kiriye û bûye 17 hezar kes.

 

Salên borî ji her kesê/a ku ji Herêma Kurdistanê biçe Umreyê, 100 dolar weke bac dihate wergirtin, eger bi rêya Bexdayê biçe, 50 dolar bac ji hikûmeta Iraqê re dida.

 

Her sal du meh piştî temambûna ferîzeya hecê, demsala Umreyê dest pê dike.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst