DEŞTA NÎNOWA – Krîstiyan vedigerin malên xwe

13-02-2017
NÊÇÎRVAN HÛSÊN
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tilsiqûf Krîstiyan Koçber
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Bajarokê Tilsiqûfê yek ji bajarokê herî mezin ê krîstiyanên Deşta Nînowa ye û nîştecihên vê deverê hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Niha li Tilsiqof jiyan asayî bûye û ti metirsî nemane. Hikûmet jî hewla dabînkirina xizmetguzariyan dide.

 

Nîvîn Aşûr yek ji wan kesan e, ku piştî 2 salan careke din vegeriyaye mala xwe ya li Tilsiqûfê. Li gel malbata xwe careke din li ser sofreyê kombûne û dibêje; “Nîştecihên gund vegeriyane. Bi hêviya Xwedê dê hemû kes vegere. Êdî bes e koçberî. Zêdetirî 2 salan e em ji malên xwe dûr bûn.”

 

Lîstîna zarokan di kolanên Tilsiqûf de nîşana vegeriyana jiyanê ye. Heta niha zêdetirî 45 malbatan vegeriyane malên xwe.

 

Mixtarê Tilsqûfê Eyme Yasir jî diyar dike; “Heta niha 45 malbat vegeriyane. Her roj hinek malbatên nû tên.”

 

Ji aliyê îdareyê ve Tilsîqûf ser bi navçeya Tilkêfê ve ye. Hikûmet bi dabînkirina xizmetguzariyan hewl dide rêya vegerê xweş bike.”

 

Qaymiqamê Tilkêfê Besam Belû jî dibêje; “Me dest bi pêngavên bilez kirine. Projeya birina avê berbi dawiyê ve diçe. Me niha 5 bîrên avê kolandine.”

 

Hejmara şêniyên Tilsiqûfê zêdetirî 7 hezar kesan e. Di roja 3yê Gûlana 2016ê de Hêzên Pêşmerge karîn êrîşeke berfireh ê DAIŞê têk bibin û metisiya li ser vê herêmê dûr bixin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst