Li Nisêbînê xendeq tên kolandin

Mêrdîn (Rûdaw) – Hêzên Artêşa Tirkiyê kolandina xendeqan a di navbera navçeya Nisêbîn a Mêrdinê û bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo de didome.

Xendeqên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku li hemberî bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye, bi hêceta “ewlehiya sînor û rê li ber derbasbûnên qaçaxî” bê girtin, ji aliyê Hêzên Artêşa Tirkiyê ve tên kolandin.

Makineyên mezin ser sînor kar dikin û leşkerên Tirkiyê ewlehiya wan girtiye.

Beriya niha jî ser sînor dîwarên bilind hatibûn danîn.