Ocalan: Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye


Enqere (Rûdaw)- Serokwekîla koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan di hevdîtina dawî ya bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re got ku Ocalan gotiye “Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye. Pêvajoya 16 salan hundirê wê tijî û berfireh bû”.

Ocalan ji 15ê sibata 1999an ve dema ku li Kenyayê hat girtin, li girava Îmraliyê girtî ye.

Pervîn Buldan ji destpêka pêvajoya aştiyê de ku diçe Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne derbarê 15ê sibatê û hevdîtina dawî ya ligel Ocalan de axifî.

Li gor nûçeya DÎHAyê Buldan got “Li aliyekî têkoşîna gelê Kurd û tevgera wê, li aliyê din jî têkoşîna Ocalan a di hucreya yekkesî ya Îmralî de komplo vala derket”.

Buldan aşkere kir ku Ocalan di vê hevdîtina dawî de wiha gotiye “Girtîgeha Îmralî ne pêvajoyeke vala ye. Pêvajoya 16 salan hundirê wê tijî û berfireh bû”.

Buldan got “Ti hêz nikare Ocalan û Kurdan têk bibin. Birêz Ocalan sermuzakerevan e. Divê hêzên navneteweyî vê bigirin dîqqetê. Ocalan ne tenê di aliyê Tirkiyê de di aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê de jî şexsiyeteke ku divê mirov bigire dîqqetê”.

Derbarê vîdyoyên Ocalan ên ku vê dawiyê di medyayê de belav bûne de, Buldan got “Ev hêz ji bo Ocalan bê îtîbar bikin û komployê dewam bikin van kiryaran dikin. Nêrîna Birêz Ocalan jî di vî alî de ye. Gelê Kurd guh nade van lîstikan. Em dizanin bê ev lîstik ji aliyê kê ve hatine nivîsandin”.

Herî dawî roja 8/2/2014 wekîlên koma BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û cîgirê Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder hevdîtinek bi Ocalan re pêk anîbûn.