Par çend karkeran canê xwe ji dest da?

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan ÎSÎG Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê par hezar û 897 karkeran canê xwe xwe ji dest daye ku 71 ji wan zarok bûne.

Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) îro rapora xwe ya bi navê “Cinayetên Kar” a sala 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, 2024an di sektorên cuda de bi giştî hezar û 897 karkeran canê xwe ji dest dane ku 71 ji wan zarok bûne.

Herî zêde karkerên avahîsaziyê mirine

Herî zêde di sektorên avahîsazî, rê û ban û çandiniyê de karkeran canê xwe ji dest daye.

Di sektora çêkirina avahî û rê û banan de 482 karkeran, di sektora çandinî û daristanê de 326 karkeran, di sektora veguhestinê de 234 karkeran, di sektora otel û cihê manê de 123 karkeran, di sektora kanzayan de 103 karkeran û di sektora bazirganî, ofîs, perwerde û sînemageriyê de 99 karkeran canê xwe ji dest daye.

106 jin û hezar û 791 jî mêr

Ji hezar û 897 karkeran 106 jin û hezar û 791 jî mêr bûne.

Her wiha di nav karkerên canê xwe ji dest daye de 94 koçber hene.

Ji hezar û 897 karkerên canê xwe ji dest daye tenê 36 wate ji sedî 1,89ê wan endamê sendîkayekê bûne û hezar û 861 wate ji sedî 98,11ê wan ne endamê sendîkayê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst