Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa got, “Mixabin hinek birayên me yên Êzidî difikirin ku çareserî li cem Rêveberiya Xweser e lê çareserî li Şamê ye.”
Serhan Îsa ragihand ku birêveberiya nû ya Sûriyeyê soz daye wan ku beşdarî kongreya diyaloga niştmanî bibin.
Berdevkê Meclisa Êzidiyan eşkere kir ku ew li Şam û Helebê li gel beşên siyasî û leşkerî yên birêvebiriya niha ya Sûriyeyê civiyane.
Li gorî agahiyên ku Serhan Îsa dane, wan ji birêvebiriya nû xwestiye ku Êzidî bên parastin û got:
“Me ji birêvebiriya Şamê xwest ku Êzidîtî di destûrê de wekî dînekî were naskirin.”
“Colanî soz dabû”
Serhan Îsa got, “Birêz Ehmed Şer (Colanî) soz dabû ku em rûnin lê pirsgirêk çêbûn” û da zanîn ku ew dê dîsa herin Şamê.
Wî anî zimên, “Em dixwazin ku Êzidiyên li Sûriyeyê bên parastin” û ji bo parastina Êzidiyên li Sûriyeyê bangî Serok Mesûd Barzanî kir.
Serhan Îsa her wiha destnîşan kir ku ew bi Durzî, Elewî û Mesîhiyan re civiyane û di navbera wan û Mesîhiyan de têgihiştineke hevpar çêbûye.
“Çareserî li Şamê ye”
Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa diyar kir ku divê ew ji bo çareseriyê ber’w xwe bidin Şamê û daxuayand.
“Mixabin hinek birayên me yên Êzidî difikirin ku çareserî li cem Rêveberiya Xweser e lê çareserî li Şamê ye.”
Berdevkê Meclisa Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025
🎤 Birêz Ehmed Şer (Colanî) soz dabû ku em rûnin lê pirsgirêk çêbûn
🎤 Mixabin hinek birayên me yên Êzidî difikirin ku çareserî li cem Rêveberiya Xweser e lê çareserî li Şamê ye
🎤 Em dixwazin ku Êzidiyên li… pic.twitter.com/1UKRg2Y9qK
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse