Hewlêr (Rûdaw - Li navçeya Serê Golanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, cesedê jinekê hat dîtin.
Tîmên şaredariyê yên li keraxê Gola Serê Golanê dema dixebitin, wan dît ku laşê jinekê li ser avê ye û agahî da ekîbên 112 Navenda Bangewaziyê ya Acîl.
Tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Ekîban cesedê Zeynep I. (19)yê ji avê derxist û wan cesed ji bo otopsiyê veguhast Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse