Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê nasnameyên 9 leşkeran eşkere kirin

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Şer PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku 9 leşkerên wan hatine kuştin, 4 leşkerên wan jî birîndar in.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê gerîlayên PKKyê bi ser baregeheka wan de girtiye û li vê derê şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî vê daxuyaniyê, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 4 jî hatine birîndarkirin.

Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler nasnameya 9 leşkerên ku hatine kuştin eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya leşkeran wiha ye:

“Muslum Ozdemir, Emrulah Gulmez, Gokhan Delen, Serkan Sayin, Kemal Batur, Hakan Gun, Ahmet Koroglu, Murat Atar, Muhammed Tunahan Evcin.”

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdia kir ku di van şer û pevçûnan de 15 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi vîdeoyekê ragihand ku gerîlayan li Zapê li dijî artêşa Tirkiyeyê çalakiyek pêk aniye.

HPGyê diyar kir ku di wê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û gerîlayan dest daniye ser gelek çekên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst