Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişên Tirkeyeyê got, Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.
Tirkiyeyê piştî şer û pevçûnên di navbera leşkerên wî welatî û PKKyê yên li herêma Zap û Metînayê de çend deverên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
Rêveberiya Xweser ango bi navê xwe yê fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek balav kir.
Rêveberiya Xweser banga xweparastinê kir
Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir û ragihand ku armanca wan êrişên Tirkiyeyê têkdana aramiya herêmê ye.
Li gorî daxuyaniyê Tirkiyeyê navendên xizmetguzariyê û binesaziya Rojavayê Kurdistanê dike armanc.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin.
Armanca van êrişan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.”
“Tirkiye dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê bigire”
Rêveberiya Xweser diyar kir ku êriş berdewama xeta koçberkirina şêniyan û valakirina herêmmê ye û got:
“Ev siyaeteke qirêj e, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin. Em diyar dikin ku divê ev êrişên li ser herêmên me werin sekinandin.
Herwiha em diyar dikin ku encamên êrişan li ser tevahî herêmê xetere ne û xizmeteke bê berdêl ji bo vegera terorê ye, di heman demê de hewldanek ji bo pêşxistina nakokiyên etnîk e ku Tirkiye heta vê kêliyê nekarî derxe.
Tirkiye bi awayekî eşkere dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê rû didin bigire û dek û dolabên xwe li dijî gelê me pêk bîne. Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.”
“Divê rêxistinên pêwendîdar rê li pêşiya van êrişan bigirin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bangî tevahî hêzên çalak ên li Sûriyeyê kir û got:
“Xetereya van êrişên ne rewa û encamên wê yên neyînî Ii ser hewldanên peydakirina îstiqrarê li herêmê nas bikin.
Herwiha ev êriş, li ser xebatên birêxistinkirina civakî û peydakirina çareseriyeke demokratîk li herêmên me û hewldanên tunekirina terorê û fikrê tundraw gef in.
Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.”
Herî dawî Rêveberiya Xweser got:
“Em bangî gelê xwe dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin. Ji bo parastin û serkeftina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, jiyana hevbeş, erkên xwe bînin cih.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse