Partiyên Kurdistanî dixwazin tifaqeke berfireh ava bikin

13-01-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Partiyên Kurdistanî Hilbijartinên Şaredariyan Bayram Bozyel Mustafa Aytaş HAK-PAR PSK
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - HAK-PARê bangî aliyên Kurdistanî kir ku ew namzetên xwe li ser listeya Hak-Parê destnîşan bikin,

Lê li gorî hinek partiyên Kurdistanî pêwîstî bi tifaqên mezintir û siyaseteke bi bandortir heye.

Li gorî listeya ku ji aliyê Desteya Bilind a Helbijartinan ve hatiye ragihand 34 partiyên siyasî dikarin roja 31ê Adarê beşdarî helbijartinên heremî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibin.

Yek ji wan partiyan jî partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) e û ew dixwaze alî û partiyên Kurdistanî li ser navê wê bikevin helbijartinan.

“Ev maf e mafê hemû Kurdan e”

Alîkarê Serokê HAK-PARê Mustafa Aytaş got, “Em çûn serdana hemû aliyan. Me ji wan re got ev heqê me ye lê ev tenê heqê me nîne.

Me got ev maf e mafê hemû Kurdan e, werin di vê helbijartinê de destê xwe bidin hev.

Em xebatên xwe yên helbijartinan bi hevbeşî bimeşînin. Heta niha Tevgera Azadî û PDK- Kurd bersiva erenî dane me.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bersiva HAK-PARê da û bi ditîna PSKyê tifaq û hevkariya li dora wê pêştir jî serkeftî nebûye niha pêwîstî bi tifaq û hevkariyên berfirehtir û mezintir yên Kurdistanî hene.

“Em hevkariyeke berfireh çêbikin ku em bibin hêviya gelê Kurd”

Serokê PSKyê Bayram Bozyel wiha anî ziman, “Pêwîst e ku em siyaseteke wisa bimeşînin ku bibe bersiva vê pêvajoyê.

Wate em tenê karekî wisa nekin ku em xwe pê tetmîn bikin, em tenê li dû daxwaza dilê xwe neçin.

Loma daxwaza me ya sereke ew e ku di helbijartinan de hevkariyeke berfireh çê bibe.

Hevkariyeke wisa berfireh çê bibe ku bersivekê bidin siyaseta qeyuman û em bersivekê bidin hêza nijadperest a Tirk û em bibin hêviya gelê Kurd.”

Endamên partiyên Kurdistanî ji ber ku partiyên wan nikarin bikevin helbijartinan dikarin di listeyên partiyên din de bibin namzet.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst