Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyayên ji bo dersên bijarte yên Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê berdewam in. Prof.Dr. Ehmet Ozen di derbarê giringiya zimanê dayikê de dibêje “Zimanê dayikê çavên mirovan e, tu zimanê dayikê nizanibî tu kor î. Zimanê dayikê diya mirovan e.”
Endamên Herekata Zimanê Kurdî (HezKurd) roja Pêncşemê li parêzgehên Şirnex, Meletî, Amed û Mêrdînê ji bo zimanê Kurdî li qadê bûn.
Li navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê kolan bi kolan geriyan û 4 hezar belavok li ser malbatên Kurd dabeşkirin.
Ji malbat û zarokên Kurd re behsa girîngiya zimanê Kurdî kirin û rêûrêbazên hilbijartina dersên bijarte fêrî wan kirin.
Beşek ji xwebexşên ziman derbarê nêrîna gel ya li hember dersa Kurdî ji Rûdawê re axivîn.
Endama HEZKURDê got “Em îro li silopiyê bûn. Di nav qadê de gel bi germahî nêzî me bûn. Em kêf xweş bûn bi rastî. Wexta mijar dibe ziman ji xwe ji bo wan tiştekî ji dil tê. Dibêjin `em dê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Endamê HEZKURDê Fetullah Elçî dibêje “Kelecaneke gelek mezin heye. Em tenê li Silopiyê nasekinin, em dê li Cizîr, Nisêbînê û hemû bajarên Kurdan bigerin û em dê miletê xwe netewa xwe pê bihesînin da ku her kes dersên Kurdî hilbijêrin.”
Li ser medyaya civakî jî kampanyayek berfireh ji bo zimanê Kurdî tê meşandin.
Siyasetmedar, hunermend û rewşenbîrên Kurd li vir jî banga dersa bijarte li malbat û zarokên Kurd dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê jî wek sala borî îsal jî çend bultenên xwe bi taybet bo vê kampanyayê veqetandine.
Prof.Dr. Ehmet Ozen got “Zimanê dayikê çavên mirovan e, tu zimanê dayikê nizanibî tu kor î. Zimanê dayikê diya mirovan e.”
Proseya serlêdana dersên bijarte heta 20ê vê mehê berdewam dike.
Malbatên Kurd divê berî wê dîrokê ji dibistanan formên navnivîsînê daxwaz bikin û di wan forman de dersên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin.
HEZKURD bi endamên xwe ve heta roja dawiyê li qadê karûxebatên xwe dimeşîne.
Biryar e îro jî li navçeyên Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê zarok û malbatên Kurd han bidin daku dersên Kurdî hilbijêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse