Li Dîlok û Dêrsimê bûyerên trafîkê: 2 mirî, 1 birîndar

13-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Dîlok Bûyerên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Li navçeya Gawirdagê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve 3 otomobîlan li hev dan û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan 13ê Çileya 2023an li navçeya Gawirdagê ser bi parêzgeha Dîlokê li ser rêya giştî ya navçeyên Osmaniye û Gawirdagê otomobîlekê li kamyonekê daye û piştre jî heman otomobîlê li ser rê li otomobîleke din daye.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û cendermeyan çûne cihê bûyerê û li gor zanyariyan kesê bi navê Hamit Yaramiş yê 28 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Kesê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê a Şehitkamil ya parêzgeha Dîlokê hatiye veguhestin.

Li aliyê din li navçeya Mazgêrdê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve jî otomobîlek wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst