Pizîşkê Kurd: Ji bo parastina ziman pir giring e di dibistanan de Kurdî weke ders bê xwendin

13-01-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Dersa Kurdî Hilbijêre Eser Çetîn Mizgîn Yalçin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî bi her alî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her ku diçe berfirehtir dibe. Di çarçiveya kampanyayê de çînên cuda yên civakê ji zarok û malbatên Kurd daxwaza hilbijartina dersa kurdî dikin. Ji pizîşkê Kurd Eser Çetîn got “Ji bo parastina ziman û çand me, pir giring e di dibistanan de Kurdî weke ders bê dîtin.”

Ligel hejmarek saziyên ziman, rêxistinên civakî û partiyên siyasî li ser medya civakî jî welatiyên ji pîşeyên cûda beşdarî kampanya dersa bijarte ya Kurdî dibin û banga wan bo malbatan e ku pêşeng bin ji zarokên xwe re daku bikaribin di dema wê de dersa zaraveyên Kurdî hilbijêrin.

Eser Çetîn ku pizîşkekî Kurd e amaje bi bandora ziman ya li ser tendirûstiya mirov dike û dibêje roleke girîng ya ziman di wergirtina xizmetên tendirûstiyê de jî heye.

Pizîşk Dr. Eser Çetîn got "Ez weke pizîşkekî Kurdê vê yêkê di qadê de dibînim, dema ku ez bi nexweşên xwe re bi Kurdî diaxivim, bi rastî têkiliya me bi hev re çê dibe, ez dibînim tedewiya min baştir digije cihê xwe û bêhtir ji min hez dikin bêhtir bi hev re têdigihîjin. Bi heman awayî hevalên me yên parêzer mamoste hene herwekî gişt ên Kurd bi Kurdî re radibin, pir alîkariya wan digihîje gel, ji bo parastina ziman û çand me karekî pir hêja û giring dikin. Ji bo ev berdewam bike û ji zarokatiyê dest pê bike, bi rastî pir pir giring e di dibistanan de Kurdî weke ders bê dîtin."

Mizgîn Yalçin jî mamostayê zimanê Kurdî ye ku li ser medya civakî perwerdeya Kurdî dide. Yalçin dibêje ji bo siberoja zarokên xwe divê hemû Kurd beşdarî vê proseyê bibin.

Mamostayê Kurdî Mizgîn Yalçin "Hûn jî dizanin ku prosesa hilbijartina dersên Kurdî dest pê kirine. Hûn jî bi destên zarokên xwe re bigrin û herin dibistanan hilbijartina zimanê xwe bikin,ya Zazkî yan jî Kurmancî hevalno. Hûn jî dizanin ku ziman zanîn e, ziman xwe nasîn e, çi xweş gotiye Celaded Elî Bedirxan."

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê îsal bi awayekî fermî dema destpêkirina dersa bijarte ranegihand, lê piştî belavkirina formê bi hişyariya saziyên ziman weke sala borî kampaniyek hat destpêkirin û dê ev kampanya heta dema bi dawîbûna vê proseyê 20ê vê mehê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst