Piştî zêdetir ji 2 mehan termên 2 koçberên Kurd vedigerînin Herêma Kurdistanê

13-01-2023
RÛDAW
Nîşan Kurd Koçberên Kurd Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetir ji du meh û nîvan, cenazeyên 2 koçberên Kurd ên ku li giraveke Yûnanistanê xeniqîbûn dê roja Yekşemê bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin.

Nûnerê Dezgeha Lûtke li Yûnanistanê, Hisên Heme Salih ji Rûdawê re got, “Biryar e demjimêr 17:00 êvara Yekşemê termê du koçberên Kurd bi navên Zana Qadir û Ziryan Mihemed, bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin.”

Nûnerê Dezgeha Lûtke li Yûnanistanê diyar kir, “piştî ku zêdetir ji du mehan li ser bûyera binavbûna belemeke koçberan di 1ê Mijdara 2022 de li peravên giraveke Yûnanistanê, termê wan du koçberên Kurd di du demên cuda de ji aliyê polîsê peravên Yunanîstanê hatin dîtin.”

Zana Qadir, xelkê nahyeya Pîremegrûn a parêzgeha Silêmaniyê bû û zewicî bû û 3 zarokên wî hene.

Ziryan Qadir jî xelkê bajarokê Qeladizê yê parêzgeha Silêmaniyê bû, di sala 1992an de ji dayik bûbû.

Xalîd Îbrahîm, xizmekî Ziryan Mihemed derbarê vegerandina terman de ji Rûdawê re got, “Em hatine agahdarkirin ku roja Yekşemê biçin Hewlêrê ji bo wergirtina terman, wek xizmên Ziryan Qadir em dê li balafirxaneyê amade bibin û term dê li Qeladizê bê veşartin.”

Roja 31ê Cotmeha 2022an belemeke koçberan li giraveke Yûnanistanê bi dûriya 80 kîlometriya Athîna ya paytexta wî welatî binav bû ku bi gotina polîsê Yûnanê ragihandibû, 68 kes di wê belemê de bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst