Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Li kêlgeha Kormorê teqîn çê bû

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, teqînek di nava kêlgeha Kormor de li sînorê qezaya Çemçemlê çê bûye. Derbarê sedema teqînê de jî dibêje, heta niha sedem û şêweya teqînê ne diyar e û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ehmed Muftî îro Înê 13ê Çileya 2023an ji Rûdawê re got, “ Demjimêr 09:30 sibeha îro teqînek di nav kêlgeha Kormorê de li qezaya Çemçemalê çê bûye.

Ehmed Muftî diyar kir, hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kirine, sedem û awayê teqînê nayê zanîn û encamên lêkolînê hêj nehatiye aşkerekirin.”

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Bextiyar jî li nêzîk cihê bûyerê diyar kir, berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê asayî ye û ti pirsgirêkek di vî warî de xuya nake.

Piştî bûyerê, beşek ji medyayan behsa wêya kirin ku bi mûşek êrîşî kêlgehê hatiye kirin, lê belê Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Em hemû wan îdiayan red dikin ku ji aliyê hin medyayên navxwe ve hatine belavkirin, ji ber ku hêj lêkolîn bi dawî nebûye û encamên wê nehatine aşkerekirin.”

Kêlgeha Kormorê ya Herêma Kurdistanê ku dikeve qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, berê çend caran rastî êrîşên bi roketan hatiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst