Hunermendên Kurd ji bo dersa Kurdî bang li malbatan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend û kesayetên naskirî yên dervey welat piştevaniya xwe bi peyam nîşan didin.
Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.
Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.
Hejmareke hunermendên Kurd bi peyamên xwe piştevaniyê li hilbijartina dersa Kurdî kirin.
Ciwan Haco: Li malê bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin
Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco îro mêvanê Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk bû li studyoya Stenbolê a Rûdawê û bala Kurdan kişand ser girîngiya zimanê dayikê.
Ciwan Haco diyar kir ku asîmîlasyona ku li Bakurê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk hatiye ferzkirin, li perçeyên din ên Kurdistanê nebû.
Ciwan Haco got: “Her milet bi zimanê xwe heye, ziman her tişt e û divê dewleta Tirk zimanê Kurdî bi awayekî fermî nas bike, lê divê derfeta dersa bijarde jî were bikaranîn.”
Tişta ku Ciwan Haco herî zêde tekezî li ser kir jî ew bû ku divê dê û bav bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.
Ciwan Haco: Divê malbat bo zarok xwe dersa #Kurdî hilbijêrin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2023
Hunermendê navdar ê #Kurd Ciwan Haco ji Rûdawê re behsa girîngiya zimanê dayîkê kir#DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/ye351BEyyz
Tara Mamedova bang li dê û bavan kir
Hunermenda şox û şeng Tara Mamedova jî bi rêya peyameke videoyî banga hilbijartina dersa Kurdî li zarokan dike.
Tara Mamedova ji dayik û bavan re dibêje, bi destê zarokên xwe bigrin, herin dibistanan û dersa kurdî ji wan re hilbijêrin çi kurmancî çi jî zazakî be.
Hunermend Tara Mamedova jî banga hilbijartina dersa #Kurdî li zarokan dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2023
Tara Mamedova ji dayik û bavan re dibêje, bi destê zarokên xwe bigrin, herin dibistanan û dersa Kurdî ji wan re hilbijêrin çi Kurmancî çi jî #Zazakî be.#DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/HnUnmJrzft
Rojbîn Kizil: Netew bi zimanê xwe hene
Hunermenda Kurd a ku li penaberiyê li Almanya dijî û di nava gêncan de pir tê hezkirin, Rojbîn Kizil jî piştgiriya kampanya zimanê kurdî dike.
Rojbîn Kizil dibêje netew bi zimanê xwe hene, ji bo zimanê me jî herdem zindî be, heta 20ê mehê navên xwe ji bo dersa bijarte a kurdî tomar bikin.
Stranbêj Rojbîn Kizil jî piştgiriya kampanya zimanê #Kurdî dike û dibêje netew bi zimanê xwe hene û heta 20ê mehê navên xwe ji bo dersa bijarte a kurdî tomar bikin.#DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/BUUjZz4waC
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2023
Yekbûn: Niha derfeteke biçûk heye divê em sûdê jê wergirin
Bi heman rengî hunermenda muzîka Kurdî ya romantîk Yekbûn jî destê xwe dide destê çalakvanên zimanê kurdî û dengê xwe tevlî dengên wan dike.
Yekbûn balê dikşîne ser siyaseta dewletê a sed salên derbasbûyî û dibêje, nifşê berê di mala xwe de bi dizî li stranên kurdî guhdar dikirin, kesên ku bi kurdî diaxivîn dihatin cezekirin, niha derfeteke biçûk heye, divê em sûdê jê wergirin û pişta xwe nedinê.
Yekbûn jî destê xwe dide destê çalakvanên zimanê #Kurdish
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2023
Yekbûn dibêje, nifşê berê di mala xwe de bi dizî li stranên Kurdî guhdar dikirin, kesên ku bi Kurdî diaxivîn dihatin cezekirin, niha derfeteke biçûk heye, divê em sûdê jê wergirin#DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/eMN6s5mVQD
Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî kampanyayê bû
Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş jî ji Rojavayê Kurdistanê dengê xwe tevlî kampanya zimanê #Kurdî kir.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2023
Sefqan Orkêş daxwazê ji zarokên Bakurê Kurdistanê dike ku dersa kurdî hilbijêrin. #DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/L108Dq4fdj
Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş jî ji Rojavayê Kurdistanê dengê xwe tevlî kampanya zimanê kurdî kir.
Sefqan Orkêş dibêje, dema ku ew biçûk bûn, xewna wan bû ku bi azadî bi zimanê Kurdî bixwînin û ne bi dizî di malan de, di bin gef û tirsa hikûmeta Sûriyê de.
Ji ber vê yekê jî Sefqan daxwazê ji zarokên Bakurê Kurdistanê dike ku Dersa Kurdî hilbijêrin.
Ezîz Xemcivîn: Zarokan fêrî ziman û folklora Kurdî bikin
Helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Ezîz Xemcivîn jî, bang dike ku xelkê Bakurê Kurdistanê zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û li malê stran û ziman û folklora Kurdî bi zarokên xwe şêrîn bikin.
Ezîz Xemcivîn dibêje bila mal û kolan hemû bibe zimanê Kurdî ji ber ku ziman hêmaya sereke ya hebûna Kurdan e.
Helbestvanê ji Rojavayê Kurdistanê Ezîz Xemcivîn bang li xelkê dayîk û bavên li Bakurê Kurdistanê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2023
Ezîz Xemcivîn: Zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û li malê stran û ziman û folklora #Kurdî bi zarokên xwe şêrîn bikin. #DersaKurdî #KurdîHilbijêre #ZimanêKurdî pic.twitter.com/fN80Ed9o5p