Hunermendên Kurd ji bo dersa Kurdî bang li malbatan dikin

13-01-2023
RÛDAW
Hunermendên Kurd ji bo dersa Kurdî bang li malbatan dikin
Hunermendên Kurd ji bo dersa Kurdî bang li malbatan dikin
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend û kesayetên naskirî yên dervey welat piştevaniya xwe bi peyam nîşan didin.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

Hejmareke hunermendên Kurd bi peyamên xwe piştevaniyê li hilbijartina dersa Kurdî kirin.

Ciwan Haco: Li malê bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin

Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco îro mêvanê Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk bû li studyoya Stenbolê a Rûdawê û bala Kurdan kişand ser girîngiya zimanê dayikê.

Ciwan Haco diyar kir ku asîmîlasyona ku li Bakurê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk hatiye ferzkirin, li perçeyên din ên Kurdistanê nebû.

Ciwan Haco got: “Her milet bi zimanê xwe heye, ziman her tişt e û divê dewleta Tirk zimanê Kurdî bi awayekî fermî nas bike, lê divê derfeta dersa bijarde jî were bikaranîn.”

Tişta ku Ciwan Haco herî zêde tekezî li ser kir jî ew bû ku divê dê û bav bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

Tara Mamedova bang li dê û bavan kir

Hunermenda şox û şeng Tara Mamedova jî bi rêya peyameke videoyî banga hilbijartina dersa Kurdî li zarokan dike.

 Tara Mamedova ji dayik û bavan re dibêje, bi destê zarokên xwe bigrin, herin dibistanan û dersa kurdî ji wan re hilbijêrin çi kurmancî çi jî zazakî be.

Rojbîn Kizil: Netew bi zimanê xwe hene

Hunermenda Kurd a ku li penaberiyê li Almanya dijî û di nava gêncan de pir tê hezkirin, Rojbîn Kizil jî piştgiriya kampanya zimanê kurdî dike.

Rojbîn Kizil dibêje netew bi zimanê xwe hene, ji bo zimanê me jî herdem zindî be, heta 20ê mehê navên xwe ji bo dersa bijarte a kurdî tomar bikin.

Yekbûn: Niha derfeteke biçûk heye divê em sûdê jê wergirin

Bi heman rengî hunermenda muzîka Kurdî ya romantîk Yekbûn jî destê xwe dide destê çalakvanên zimanê kurdî û dengê xwe tevlî dengên wan dike.

Yekbûn balê dikşîne ser siyaseta dewletê a sed salên derbasbûyî û dibêje, nifşê berê di mala xwe de bi dizî li stranên kurdî guhdar dikirin, kesên ku bi kurdî diaxivîn dihatin cezekirin, niha derfeteke biçûk heye, divê em sûdê jê wergirin û pişta xwe nedinê.

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî kampanyayê bû

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş jî ji Rojavayê Kurdistanê dengê xwe tevlî kampanya zimanê kurdî kir.

Sefqan Orkêş dibêje, dema ku ew biçûk bûn, xewna wan bû ku bi azadî bi zimanê Kurdî bixwînin û ne bi dizî di malan de, di bin gef û tirsa hikûmeta Sûriyê de.

Ji ber vê yekê jî Sefqan daxwazê ji zarokên Bakurê Kurdistanê dike ku Dersa Kurdî hilbijêrin.

Ezîz Xemcivîn: Zarokan fêrî ziman û folklora Kurdî bikin

Ezîz Xemcivîn dibêje bila mal û kolan hemû bibe zimanê Kurdî ji ber ku ziman hêmaya sereke ya hebûna Kurdan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst