Li Colemêrgê qedexe careke din hat dirêjkirin

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku roja Înê 13ê Çileya 2023an Parêzgariya Colemêrgê belavkiriye, ji 14ê Çileya 2023an heta 28ê Çileya  heman salê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Qedexeya li parêzgeha Colemêrgê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê bi berdewamî tê dirêj kirin. Herî dawî 1ê vê mehê ew qedexe bo dema 15 rojan hatibû dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst