6 partiyên Kurdistanî bo dersa Kurdî bang li malbatên Kurd kirin

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARPAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurd (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) piştevaniya xwe kampanya hilbijartina desrsa Kurdî bikin nîşan dan û daxwaz ji malbatên Kurd kirin ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanyaya dersa Kurdî hilbijêrin berdewam e û HAK-PAR, PAK, PDK, PDK-BAKUR, PSK û TDK-TEVGER jî tevlî vê kampanyayê bûn û bi daxuyaniyeke hevbeş bang li malbatên Kurd kirin: “Di dibistanan da ji bo zarokên xwe  dersa bijarte ya zimanê kurdî hilbijêrin.”

Daxuyaniya hevbeş a 6 partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê ya bo piştevaniya dersa hilbijartina Kurdî wiha ye:

“Di dibistanên li Tirkeyê û li Bakurê Kurdistanê de, di polên 5,6,7 û 8an de mafê malbatan heye ku wek dersa bijarte, ji bo zarokên xwe dersa Kurdî (Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.

Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e.

Ligel parastina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya Kurdî jî xwedî derkevin.

Malbatên Kurdan çi qasî zêde zarokên xwe li dersên bijarte yên Kurdî qeyd bikin, dê ewqasî zêdetir pêwîstî bi mamosteyên Kurdî jî çêbibin, di beşên zimanê Kurdî de, dê hejmara mamosteyên zimanê Kurdî  zêdetir bibe, dê bazara pirtûkên Kurdì, tîcareta bi zimanê Kurdî, bazara  televîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda yên bi Kurdî jî firehtir bibe.

Ev yeka jî dê bingehê perwerdeya bi zimanê Kurdî xurtir bike.

Em beriya her tiştî bangî rayedarên dewleta Tirkiyê dikin da ku: Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî  ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawiya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di qanûna bingehîn û di hemû qanûnên dewleta Tirkiyê de divê  guhertinên pêwîst bêne bicihkirin.

Em bangî her Kurdekî jî dikin ku:

-Zarokên xwe li dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin. Roja dawî ya serîlêdana ji bo dersa bijarte, 20ê Çileya Paşîna 2023yê(20.01.2023) ye.

-Piştgirîya hemû xebat û kampanyayên ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.

-Kurdên ku bi Kurdî nizanin hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî Kurdî bibin.

-Hemû Kurdên ku bi Kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jiyana rojane de, di tîcaretê de zimanê Kurdî wek zimanê xwe yê esas ê jiyanê bigirin.

-Hemû partîyên siyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên Kurd, divê Kurdî wek zimanê xwe yê esasî yê siyasetê, nivîsandinê, çalakiyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst