Rojava; Çekdarên Tirkiyê 12 ciwan li Serê Kaniyê girtin

13-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Serê Kaniyê Sultan Murad Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Siltan Murad ser bi Tirkiye 12 ciwan li herdû gundên El-Amiriye û El-Ehras li başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê girtin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 12ê Çileya 2023ê çekdarên grûpa Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve derbasî herdû gundên El Amiriye û El Ehras li başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn û bi zorê bi ser hejmarek malan de girtin.

SOHR diyar kiriye, di wê serdegirtinê de çekdarên Sultan Murad 12 ciwan bi tohmeta peywendiya li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtin û ew birin cihekî ne diyar.

Li gor heman çavkaniyê, çekdarên grûpa Sultan Murad dema bi zorê derbasî nav malên herdû gundên El-Amiriye û El-Ehras bûne, gelek tundûtîjî bikar anîne, li dayikên wan ciwanan xistine, herwiha dest daîne ser mobaylên wan ciwanan.

Roja 1ê Çileya 2023ê jî, li gundê Til Erqem li gundewarê Serê Kaniyê, çekdarên grûpa El-Hemze ya ser bi Tirkiyê ve ji ber nedana bacê bi zorê derbasî nav malekê bûbûn û gule berdabûn xwediyê malê û di encam de xwediyê malê bi giranî birîndar bûbû.

Piştre ew welatî bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneya bajarê Serê Kaniyê yê Bakurê Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst