Li Mêrdînê dest bi ser 1339 berhemên dîrokî de hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dest bi çend berhemên dîrokî yên wekî gustîlk û sîkke de  hat girtin.

Li gor medyaya Tirkiyê, Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê agahî stand ku  du kesên bi navê A.Ç û V.H yên ku li Şirnexê rûdinin dê, hejmareke berhemên dîrokî veguhezînin navçeya Midyadê.

Di lêgerîna nav otomobîla ku qaaçxciyan de 1250 sîkke, 72 gustîlk û 17 objeyên dîrokî hatin dîtin.

Herdu qaçaxcî A.Ç û V.H hatin desteserkirin û derbarê wan de karûbarên yasayî berdewam e.