Li sînorê Rojava û Bakur mîn teqiya: 2 birîndar

13-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, 2 kesên dixwestin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin pê li mînê kirin û birîndar bûn.

Li sînorê Kilîsê O.E.S. û V.Z.yê ku dixwestin ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, dema di herêma mînkirî re derbas bûn, mîn bi wan de teqiyan.

Di bûyerê de O.E.S. û V.Z. bi giranî birîndar bûn û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin veguhestin.

Pêvajoya dermankirina her du birîndaran li nexweşxaneyê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst