Ji Sezgîn Tanrikulu banga hilbijartina dersa Kurdî

13-01-2022
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu CHP Zimanê Kurdî Dersa Kurdî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu ji bo hilbijartina dersa Kurdî bang li malbatan kirm “Ez bang li hemû welatî, dost, dayik û bavan dikim, di destpêka sala nû ya perwerdê de ji bo belavbûna mafê dersa hilbijartî û parastina zimanê me û hemû zimanên vê erdnîgariyê, erkê xwe yê mirovî pêk bînin. “

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu îro 13ê Kanûna 2022ê li Komeleya `Rojnamevanên Rojhilatê Başûr` ya Amedê derbarê pêşhatên dawî ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir û bersiva pirsên rojnamevanan.

Daxwaza ji bo dersa Kurdî

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak jî beşdarî civînê bû û derbarê zimanê Kurdî û dersa hilbijartî ya Kurdî de pirsên xwe arasteyî Tanrikulu kirin.

Sezgîn Tanrikulu jî li ser pirsên Maşallah Dekak amaje bi wê yekê da ku perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi Kurdî li hemû Tirkiyê di nav welatiyan de meseleyeke hevpar e û got, “ Ji niha şûnde divê ne tenê bo zimanê Kurdî, bo hemû zimanan bi pêdagirî daxwaz bên kirin. Divê ev daxwaz zêdetir bi bandor û guncav bin. “

`Derfetek heye`

Tanrikulu destnîşan kir ku ti zarokên wî yên biçûk nîn in, lê neviyek wî heye û tekez kir ku eger temenê wî yê dibistanê hat ew dê ji dayik û bavên wî daxwazê bike ku dersa bi zimanê dayikê ji wî re hilbijêrin

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu dibêje, “Ez ji Amedê dixwazim vê yekê dibêjim, derfetek heye ku welatiyên me bikar nayînin. Di warê perwerdeya bi zimanê dayikê de bijardeyek heye ku welatiyên me bikar nayînin. Ez ji vir bang li hemû welatî, dost dayik û bavan dikim. Dema em li Enqerê tiştekê dipirsin ji me re dibêjin daxwaz nîne. Divê ev daxwaz zêdetir bi bandor û guncav bin.”

Zordarî û astengî

Tanrikulu li ser mijara zimanê dayikê tekez dike, “Eger hûn ne pêdagir bin, hûn nikarin vê yekê bikin polîtikayek. Niha mamosteyên zimanê Kurdî dibêjin `em çima nayên damezrandin?` Em jî vê yekê dibêjin. (ew) dibêjin `jixwe daxwaz nîne`. Di hilbijartina dersan de hinek astengî tên derxistin û Wezareta Perwerdê dixwaze dersên olî bên hilbijartin. Welatiyên me yên ku di warê binpêkariyan de rûbirûyî gelek zordarî û astengiyan bûne, ma nikarin ji vê guvaşa di hilbijartina dersa Kurdî de derbas bibin?”

Banga bo malbatan

Parlamenterê CHPê di dewama axaftina xwe de got, “Zarokê min nîne ku dest bi dibistanê bike, lê neviyê min heye eger hat temenê dibistanê, ez dê ji zarokên xwe re bibêjim bila zimanê dayikê bo wî hilbijêrin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû welatiyan dikim, di destpêka sala nû ya perwerdê de ji bo belavbûna vî mafî û parastina zimanê me û hemû zimanên vê erdnîgariyê erkê xwe yê mirovî pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst