Zeyat Ceylan: Dersa bijarte kêm e, lê girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê yê Amedê tekez dike, tevî ku kêm e û têrî nake, lê dersa bijarte ya Kurdî girîng e û divê zarok zimanê xwe hilbijêr in û “divê em xwedî li xwe û zimanê xwe derkevin.”

Rexneyên li ser HDPê

Piştî destpêkirina proseya tomarkirina navan ji bo dersên bijarte, gelek aliyên siyasî bi rêya Rûdawê daxwaz ji xelkê kirin ku zarokên xwe bişînin dersa Kurdî. Di vî warî de gelek rexne li HDPê jî dihatin kirin ku weke pêwîst bang li xelkê nekiriye û rêxistinên xwe nexistine nava liv û tevgerê.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan jî derbarê perwerdeya Kurdî û girîngiya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî de ji Rûdawê re axivî.

`Ziman mijara me ya sereke ye`

Li ser helwesta HDPê derbarê dersa bijarte ya Kurdî de Zeyat Ceylan amaje bi wê dike ku di warê ziman de çi ji destê wan bê wan kiriye û dikin û got, “Ziman mijara me ya sereke ye. Em dixwazin hişmendiyeke xurt di nava civaka Kurdî de biafirînin û em hewl didin zextê li ser sîstem û dewletê çêbikin ku perwerdeya zimanê Kurdî qebûl bike.”

`Divê em dersa bijarte bikin dersa neçarî`

Derbarê dersa bijarte ya Kurdî de jî Zeyat Ceylan bibîr dixe ku wan banga xwedîderketina li dersa Kurdî kiriye û “em dixwazin mijara dersa bijarte ya Kurdî di rojevê de bimîne ku kêm e lê girîng e. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, ev daxwaza me ya sereke ye. Dersa bijarte jî têrî nake, lê girîng e û divê em zarokên xwe bişînin ku dersa bijarte bibe dersa neçarî. Em daxwaz ji gel û xwendekaran dikin dersa bijarte hilbijêrin.”

Hevserokê HDPê yê Amedê diyar dike, di fermiyetê de dersa bijarte ya Kurdî heye, lê dema zarok û malbat serlêdanê dikin, saziyên peywendîdar berê wan didin cihekî din, dersên din û an jî hinceta nebûna mamoste nîşan didin û tekez dike, “Ji teşwîqkirinê zêdetir, astengkirin heye. Ders wek yasayî heye, lê di rastiyê de lawaz dimîne.”

Hejmara mamosteyên Kurdî

Zeyat Ceylan amaje bi pirsgirêka tayînnekirina mamosteyên dersa Kurdî jî dike û dibêje, “Salane 1-2 mamosteyan tayîn dikin. Ev wek pêlîstinekê ye. Ev bêhiqûqî ye û divê em xwedî li xwe û zimanê xwe derkevin.”

Li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî 79 mamosteyên dersa Kurdî hene ku girêdayî Wezareta Perwerdê ne û hatine tayînkirin.