Nameyekê rengê doza Tahir Elçî guhert

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 4emîn rûniştina doza kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hat dîtin. Di vê rûniştinê de jî tu encamek derneket. Parêzerên Elçî xwestin Serokwezîrê wê demê Ehmed Davutoglu weke şahid bê guhdarîkirin û 3 polîsên gumanbar bêne zindankirin. Lê ev herdu daxwaz jî hatin redkirin. Dadgehê rûniştina dozê taloqî 15ê Hezîranê kir.

Nameya girtiyekî

Nameyeke ku di rûniştinê de hate xwendin rengê vê dozê jî guhert. Li gorî angaştan dozgerek ji girtiyekî re gotiye eger ew di vê dozê de bibe şahid û bibêje `ew kesê ku roja bûyerê 2 polîs kuştine heman kes e ku Tahir Elçî jî kuştiye` ew dê bê xelatkirin. Girtiyê bi navê Deniz Ataş di nameya xwe de van angaştan yek bi yek rêz dike. Ev name hate xwendin û daxwaz ji dadgehê hate kirin ku derbarê dozger de lêpirsîn bê vekirin. Lê ev daxwaz nehate pejirandin.

Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê, dibêje, “Şahid dibêje dozger zextan lê dike û soza xelatkirinê daye wî. Ew naxwaze bi rêya deng û reng, dixwaze ew bi xwe bê dadgehê û di hizûra dadgehê de, di rûniştinê de biaxive. Lê dadgehê ew neanî.”

Daxwaza derbarê Davutoglu de

Ji ber ku serokwezîrê wê demê Ehmed Davutoglu gotibû kuştina Tahir Elçî kuştineke siyasî ye, parêzerên Elçî xwestin Davutoglu jî li dadgehê bê guhdarîkirin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran bi hinceta ku Davutoglu ne şahidê bûyerê ye û derbarê bûyerê de tu agahiya wî nîn e red kir.

Erînç Sagkan, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyê, dibêje, “Divê serokwezîrê wê demê naveroka axaftina xwe ya derbarê vê bûyerê de bi tevlibûna rûniştinan bi zelalî ji aliyan re bibêje. Guhdarînekirina şahidek tê vê wateyê ku ev keys û dosya ji serî heta binî dê bi kêmasiyan berdewam bike. Yanî tê vê wateyê ku dema we pişkoka yekemîn xelet li îşlik da, ew xeletî dê heta dawiyê berdewam bike.”

Nameyên 5 polîsan

Di rûniştina doza Tahir Elçî de, derkete holê ku 5 polîsan ji Wezareta Dadê re name şandine û di vê nameyê de tiştên ku derbarê kuştina Tahir Elçî de dizanin yek bi yek nivîsandine. Parêzeran xwest ev polîs jî bêne guhdarîkirin lê ev daxwaz jî hate redkirin.

Di rûniştinê de biryar hate dayîn ku Yekitiya Baroyên Tirkiyê weke mudaxil tevli dozê bibe. Mudaxiliya Baroya Bursayê hate redkirin. Daxwaza parêzeran a zindanîkirina 3 polîsên gumanbar jî nehate pejirandin. Dadgehê rûniştin taloqî 15ê Hezîranê kir.