Li Şirnexê di 2 mehan de 45 hezar pirtûk hatin xwendin

13-01-2021
Nîşan Şirnex Xwendina Pirtûkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê xwendekar, dê û bav û herwiha karmendên giştî ku beşdarî kampanyaya “Pirtûk gazî te dike” bûn, di 2 mehan de 45 hezar û 203 pirtûk xwendin.

Li Şirnexê berî du mehan kampanyaya xwendinê dest pê kir ku hezkirina xwendina pirtûkan berbelav bibe.

Di çarçoveya kampanyayê de ji xeynî xwendekar û dê û bavên wan, rêvebir û mamosteyên dibistanan û herwiha rêveber û karmendên saziyên fermî jî nava rojê di wextên diyarkirî de pirtûk xwendin.

Rêvebira Perwerdeya Şirnexê Nazan Şener ragihand ku di 2 mehan de xwendekaran 31 hezar û 872, dê û bavan 7 hezar û 851, karmendên giştî jî 5 hezar û 480 pirtûk xwendin.

Nazan Şener diyar kir ku wan li tevahiya bajêr ji bo xwendekaran kampanyaya xwendina pirtûkan da destpêkirin.

Şener bal kişand ku di kampanyayê de pirtûkên ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyş ve pesendkirî tên xwendin û wiha pê de çû: “Mirovên ku pirtûkan dixwînin, pêşketina wan a takekesî û xweîfadekirina wan zêdetir dibe. Di 2 mehan de 45 hezar û 203 pirtûk hatin xwendin. Armanca me ew e ku em ciwan û malbatên me yên li Şirnexê veguhezînin jiyaneke çêtir.”

Xwendekarê pola 5emîn ê Dibistana Navînî ya Ataturkê Abdullah Emir Kalay jî diyar kir ku ew û xwîşk û birayên wî, ew her roj pirtûk dixwînin ku ev yek hêsankariyê li dersên wan jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst