Li Duhokê grûpeke jîngehparêz hêlînan ji bo balindeyan datînin daristanan

13-01-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Li Duhokê grûpeke jîngehparêz hêlînên destkird li daristana Zawîteyê danîn
Li Duhokê grûpeke jîngehparêz hêlînên destkird li daristana Zawîteyê danîn
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Gurûpeke jîngehparêz li Duhokê hêlîna ji balindeyan re çê dikin û datînin daristana Zawîte, ji bo ku di dema baranan, berf û sermayê de, balinde sûdeyê jê werbigrin.

Li Duhokê grûpeke jîngehparêz hêlînên destkird li daristaneke taybet li nahiya Zawîte datînin, ku 10 donim erd li wê derê ji bo parastina balindeyên kovî hatine terxankirin. Ew daristan nêzîkî nahiya Zawîteyê ye û bi dûrahiya 10 kîlometreyan dikeve bakurê bajarê Duhokê.

Grûpa jîngeparêzan, zêdetirî 20 hêlînên destkird ji bo balindeyên kovî, bi daran ve helawistin da ku di dema sermayê de balinde sûdê jê werbigirin.

Jîngeparêz Nora Xalîd got: “Em wek grûpeke jîngehparêz hatine vê derê hêlînan ji bo çîçikan bi daran ve bihelawisin. Em weke xwebexş kar dikin. Vî karê ferz dibînin li ser û li ser her hemwelatiyekê.”

Berpirsê Grûpa Jîngeparêz Nêçîrvan Ebdulxaliq jî got: “Me xwest ku em vê pêngavê bavêjin daku xelk bizane, li şûna biçe nêçîrê bike û ajelan bikuje, alîkar bibe di parastina wan de.”

Fermangeha Jîngeha li Duhokê, tomik ji bo balindeyan xistin nav hêlînan de. Herwiha biryar e di dema berf, serma û kêmbûna xwarînê de heftane tomik bo balindeyan bê danîn.

Rêvebirê Fermangeha Jîngeha Duhokê Dilşa Ebdurahman jî got: “Çêkirin û helwaistina van xaniyên biçûk li deverê dê ji bo parastina balindeya bibe alîkar. Wek em dizanin balinde jî gelek girîng in ji bo jîngeha sirûştê bêne parastin.”

Li gor lêkolînên rêxistinên bi karê parastina ajelan ve mijûl in li Kurdistanê zêdeyî 320 cureyên balindeyên kovî hene û li ser beşek ji wan metirsiya jinavçûnê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst