ENKS: Divê PYNK helwesta xwe li ser gotinên Aldar Xelîl diyar bike

13-01-2021
RÛDAW
Nîşan ENKS PYNK Kurd Aldar Xelîl PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – ENKS dibêje, “gotinên Aldar Xelîl li hember Pêşmergeyên Roj bêrêzî ye” û bang li PYNKê dike ku helwesta xwe li ser wan gotinan diyar bike.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser gotinên Aldar Xelîl yên li hember Pêşmergeyên Roj daxuyaniyek belav kir.

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Serokê Şanda Danûstandinan ya PYNK, Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke nêzîkî partiya xwe, gotibû ku “Pêşmergeyên Rojava çeteyên Tirkiyê”ne.

Emndariya Giştî ya ENKS di wê daxuyanitê de ragihand ku gotinên Serokê Şanda Danûstandinkar a PYNK, hewleke ji bo reva ji encamên danûstandinan û têkşikandina pêvajoya yekrêziya Kurdî.

ENKS dibêje, gotinên Aldar Xelîl hem li hember Pêşmergeyên Roj bêrêzî ye û hem jî li hember her malbateke ku zarokên xwîna xwe di ber ax û gelê Kurdistanê de rijandine bêrêzî ye.

Di wê daxuyaniyê de ENKSê ji PYNK xwest ku helwesta xwe li hemberî daxuyaniyên serokê şanda xwe ya danûstandinkar diyar bike û “lêborînê ji Pêşmergeyên qehreman û malbatên wan bixwaze.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî îro daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Pêşmergeyên Roj ji destpêka damezrandinê ta îro li sengerên pêş ên parastina xaka Kurdistanê bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst