Li Neynewa 45 hezar dengên Kurdan di metirsiyê de ne

Duhok (Rûdaw) - Metirsiya jinavçûnê li ser 45 hezar dengên Kurdan heye ji bo hilbijartina dahatû ya Iraqê.  Kargêrê PDKê jî tekez dike, “Eger bê û deng nedin, ziyaneke zêde ne tenê bi ber PDKê lê bi ber hemû hizbên Herêma Kurdistanê dikeve.”

Wan Kurdan berî niha li Neynewa deng dane û pisûleya xorak a wan jî li wir e, lê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Bexdayê, karta dengdanê ya hemûyan bo Duhokê şandiye ji bo ku li Mûsilê deng nedin.

Hemwelatiyê bi navê Xeyrî Xelef dibêje, “Ev duyem car e wiha lê tê û em nikarin deng bidin. Dibêjin `hûn ser bi Herêma Kurdistanê ve ne`, tevî ku pisûleya xorak a me ser bi Mûsilê ve ye.”

Li gor amarên Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Misûlê, 45 hezar dengderên Kurd li parêzgeha Neynewa ji mafê xwe yê dengdanê bêpar dibin ku ev jî bandore li ser hejmara kursiyên Kurdan dike.

Kargêrê PDKê li Mûsilê Menaf Hesen, ji Rûdawê re ragihand, “ew xelk hemû Kurd in, rûniştvanên wê parêzgehê ne. Eger bê û deng nedin, ziyaneke zêde ne tenê bi ber PDKê lê bi ber hemû hizbên Herêma Kurdistanê dikeve.”

Rêveberê Ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Neynewa û Duhokê ev pirsgirêk gihandiye Encûmena Nûneran, lê heta niha ev mesele yekalî nebûye.

Di hilbijartinên derbasbûyî yên Encûmena Nûneran a Iraqê de, bazneya parêzgeha Neynewa 31 kursî bûn ku aliyên Kurdî 7 kursî bidest xistibûn.