Geştyar li ser Gola Çildarê bi xizangên hespan digerin

13-01-2020
RÛDAW
Ji ber serma û seqemê stûriya cemeda Gola Çildarê gihîştiye 40 santîmetreyî
Ji ber serma û seqemê stûriya cemeda Gola Çildarê gihîştiye 40 santîmetreyî
Nîşan Qers Gola Çildarê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li sînorê herdu bajarên Bakurê Kurdistanê Qer-Erdexan germahiya hewayê daket jêr sifirê 21 pileyan, ava ser rûyê Gola Çildarê (Çildir) qerisî û ev yek jî ji geştyarên xwecihî û biyanî re bû derfet, ku bi bi xizangên hespan li ser bigerin û demeke xweş derbas bikin.

Li Gola Çildarê ku di navbera sînorên Qers û Erdexanê de dimîne ji ber serma û seqemê stûriya cemedê gihîştiye 40 santîmetreyî.

Ev yek ji geştyarên xwecihî û biyanî re bûye derfet ku serdana Gola Çildarê bikin demeke xweş derbas bikin.

Raziye Duru ku ji bajarê Edaneyê çûye Qersê dibêje cara ewil e ku ew li ser cemedê dimeşe û li xizangên hespan siwar dibin û ew kêrxweş e serdana Qersş kiriye.

Welatiya bi navê Nurten Aygun jî dibêje: “Cara ewil e ezmûneke min a wiha dibe. Li Edaneyê derfeta me ya dîtina berfê nîne. Madem ku em hatine vê derê em dixwazin keyf bikin. Ez ligel hevalên xwe li xizanga berfê siwar bûm, gelek bi dilê min bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst