EFRÎN - Ji ber topbarana Tirkiyê jinek li Şêrawa birîndar bû

13-01-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Şêrawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê navçeya Şêrewa ya li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tobaran kir, di encamê de jinek bi navê Zeyneb Mehmûd Hemade ya 56 salî birîndar bû.

Li gor medyyaa xwecihî, artêşa Tirkiyê roja Yekşemê gundê Başmirê yê ser bi navçeya Şêrewa ya Efrînê ve toparan kir, di encamê de jina bi navê Zeyneb Mehmûd Hemade ya 56 salî ji lingê xwe ve birîndar bû.

Zeyneba birîndar ji bo nexweşxaneya navçeyê hate veguhestin.

Hevjînê Zeynebê, Mihemd Hemede jî dibêje ku dema toparan hatiye kirin hevjîna wî xwestiye zarokên xwe yên xwedî pêwîstiyên taybet xelas bike, ew ji lingê xwe ve birîndar bûye.

Piştî êrîşa Tirkiyê û kontrolkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji wê herêmê tenê 12 gundên ser bi nahiyeya Şêrawa ve di bin kontrola hêzên Kurdî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst