RIHA - Zavayê govend digerand bi giranî birîndar bû‎

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Bêrecûkê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, hinek kesên di şahiyê de ber bi esman ve teqe kirin û ji ber vê şahî veguherî şînê. Zavayê bi navê Mehmet Yilmaz 25 salî dema govend digerand guleyek li serê wî ket û bi giranî birîndar bû.

Bûyer, şeva derbasbûyî li Taxa Ekenek a Bêrecûkê qewimî.

Di şahiya Mehmet Yilmaz de ku li cihekî vekirî dihat kirin, dema govend dihat gerandin hinek kesên beşdar bi demançeyan ber bi esman ve teqeyên kêfxweşiyê kirin.

Di vê navberê de guleyek li serê Mehmet Yilmaz ket û bi giranî birîndar bû.

Piştî zava birîndar bû şahî hat rawestandin û tîmên tendirustî û hawarçûnê ji bûyerê hatin agahdarkirin.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û Yilmazê zava bi ambulansekê rakirin Nexweşxaneya Fêrkarî û Lêkolînan a Mehmet Akif Înan a Rihayê.

Hat zanîn ku birîna Mehmet Yilmaz giran e, lewma di jêr çavdêriya hûr a pizîşkan de ye û metirsî li ser jiyana wî heye.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.