Bûyer û tawan li Kampa malbatên DAIŞê berdewam in

Heseke (Rûdaw) - Kampa Holê, yek ji kampên herî navdar û metirsîdare li ser asta cîhanê, rojane di nava wê kampê de bûyerên nexwastî çêdbin. Nûtirîn bûyer ew bû ku sibeha duh roja yekşemê, jinên DAIŞî agir berdane konên kampê, 4 kon şewitîn û jineke 60 salî bi giranî birîndar bû.

Li nav Kampa Holê yê ser bi bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, li kêleka penaberên Iraqî û koçberên Sûrî, malbatên çekdarên DAIŞê dijîn.

Tevaya hejmara nişteciyên kampê gihiştiye derdora 73 hezar kesî, Ji wan 30 hezar koçberên Sûrî ne. Li gorî amarên Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî, 12 hezar jin û zarokên DAIŞê, li nav wê kampê dijîn.

Li kampê konê du xwişkan ku hevjînên çekdaran bûn duh şewitî. Kewser û Ruqeya Selîm Şêx,  xelkê Babê ne û hevĵînê yekê ji wan li Baxoz  hat kuştin, û yê din di zindanê de ye.

Koçber Kewser Selîm Şêx dibêje: “Min ax rakir ku ji bo agir vemirînim, lê agir venemir û ez bilez derketim. Pere, cil, telefon û alîkariyên min wergirtine hemû şewitîn.”

Di heyama mehekê de çar bûyerên agir di Kampa Holê de rûdan û 3 kes û bi  dehan kon şewitîn.

Derdora 70 hezar kesan di nav kampê de dijîn ku koçberên şer û malbatên DAIŞê ne. Rêveberiya Xweser serpereştiya wê dike, rêxistinên mirovî sîstema wê datînin û alîkariyê pêşkêş dikin.

Berpirsê Kampên Rojava Şêxmûs Ehmed dibêje: “Şewat ji ber wê yekê ye ku sîstem tune, kon nêzîkî hev in, xwarina xwe di nava konan de çêdikin. Me daxwaza agirkujan jî ji rêxistinan kiriye, lê nedane me.”

Pêvajoya derxistina xelkê kampê bi sistî birêve diçe, yên biyanî , ji aliyê welatên xwe ve nayên wergirtin û yên deverê bi rêya serokeşîran hêdî hêdî derdikevin.