PAK û PSK: Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî de ye

13-01-2020
RÛDAW
Nîşan PAK PSK Tifaqa Netewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PAK û PSKê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê civîna “tifaqa netewî” saz kirin û ragihand ku gelê Kurd û Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî de ne.

Civîna bi armanca nirxandina wate, şêwe û pêkhateyên “tifaqa netewî” bi banga Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) duh Yekşemê (14.01.20) li Amedê hat sazkirin.

Gelek sîyasetmedarên Kurdistanê yên hatibûn vexwendin beşdarî civînê bûn. Du Rêvebirên  HAK-PARê jî weke çavdêr beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê Cihgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba ve hate birêvebirin.

Destpêka civînê de  li ser navê PAK û  PSK , Vahit Aba axaftinek kir.

Aba di axavtinê de got: “Weke PSK û PAK di vê  pêvajoya hesas de em dixwazin bi we re pirsa tifaqa netewî binirxînin û rê û rêbazên pêk anîna vê  pêwîstîya miletê me bi hevre tesbît bikin.  Ev civîna me bi vê armancê hatye organîzekirin. Wek tê zanîn em wek miletê Kurd û gelê Kurdistanê di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin. Gelê me û welatê me Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî da ne. Jibo tekbirin û şikandina nîrê zilm û zordariyê, pêkanîna tifaqeke berfireh a neteweyî û demokratîk wek erkeke dîrokî lê pêşberê me sekinandiye. Di pêkanîna karekî wisa de berpirsiyariyeke mezin dikeve  ser milê me tevan.”

Piştî vê axaftina Vahit Aba,   Bayram Bozyel di derbarê şiklê birêvebirina civînê de agahdarî da.

Di civînê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik,û Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek di derbarê rojeva ku hatiye tesbîtkirin de bîr û rayên partiya xwe anîn ziman.

Mesut Tek û Mustafa Ozçelik, bal kişandin ser wê yekê ku, hevkarî û tifaqên netewî divê bi aktor û prensîbên netewî,  demokratîk û niştimanî bêne avakirin. Herdu Serokân jî amadebûna partiyên xwe ya di derbarê gavavêtina hevkarî û tifaqên bi prensîb û bi pêkhateyên netewî-demokratîk de diyar kirin.

Di encama civînê de hemû beşdar li ser berdewamîya li dar xistina hinek civînên berfirehtir û diyalog û bi hev re xebata partî, grûb û kesayetên netewî, niştîmanî de hemfikir bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst