Sira Wanê rovî qerisand

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çaldiranê yê ser bi parêzgeha Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve berfê bandor li jiyana ajelan jî kiriye.

 

Îro di demjimêrên serê sibê de welatiyan li bajarê Çaldiranê roviyek dîtin, ku ji bo peydakirina xwarinê nêzî gund bûye, lê di nava sermayê de qerisiyê.

 

Barîna berfa zêde li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bandor li ser jiyana welatiyan kiriye û di rojê de pileyên germê di navbera 15 heta 25 dereceyan jêr sifrê de ne û  şevê jî digihêje 35 dereceyan jêr sifrê.

 

Barîna berfa zêde, sarbûna hewayê û qerisîna erdê ne tenê bandor li jiyana mirovan, lê belê bandor li jiyana ajelan jî kiriye.

 

Li baniya çiyayê Tendurekê sibeha îro Yekşembî 13ê Çileya 2019, karmendên şaredariyê ku çûbûn gilêş bavêjin, roviyek dîtine ku di nava befrê de asê maye û qerisiye.