Kurd li ser helwesta Hasip Kaplan bûne du beş

13-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Welatiyên Bakurê Kurdistanê derbarê helwesta parlamenterê berê yê HDPê Hasip Kaplan debûne du beş ku gotibû di kongreya HDPê de bila ti Tirkek çav nebire cihê Selahattîn Demirtaş.

 

Piştî ku Hevserokê HDPê yê li Edirneyê di girtigehê de Selahattin Demîrtaş bi nameyekê ragihand ew dê nebe namzedê hevserokatiya HDPê di nav partiyê de ji bo hevserokatiyê navên hin endaman derket pêş.


Li ser vê mijarê parlamenterê berê yê Şirnexê Hasip Kaplan li ser hesabê xwe daxuyanî dabû û gotibû “Di kongreya HDPê de bila ti Tirkek çav nebire cihê Demirtaş, pêşniyara min a ji rêzê, her kes bila hedê xwe bizane!” Piştre jî Kaplan ji HDPê îstifa kiribû.

 

 

Vê helwesta Hasip Kaplan karvendanek pê xwe anî û di nav Kurd û dengderên HDPê de bû rojeva sereke.

 

 

Kurd li ser mijara bûne du beş aliyek dibêje tiştek asayiyê ye herdu serokên HDPê jî tirk bin ji bo ku bi gotina wan HDPê ne partiyeke Kurdan tenê ye û partiya hemû neteweyên li Tirkiyê ye.

 

 

Aliyê din jî mafî didin Kaplan û dibêjin dengê HDPê ji sedî 90 dengên Kurdan e, lewma divê yek hevserokê partiyê tekez Kurd be. Bi gotina wan jî Kurdek bibe hevserokê HDPê dê ziman, çand û mafê Kurdan biparêz e.

 

 

Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst