Perestgeha Lalişê tê nûjenkirin

13-01-2018
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Perestgeha Laliş
Perestgeha Laliş
Nîşan Laliş Kurdên Êzdî Ol Perestgeh
A+ A-

Laliş (Rûdaw) – Ev 2 meh in beşeke perestgeha Laleşê ya Kurdên Êzdî tê nûjenkirin. Zanayên olî yên Lalişê dibêjin, nûjenkirina perestgehê sîmaya wê naguhere.

 

Kesayetên olî yên Êzdî û xilmetkarên Lalişê niha karê nûjenkirina perestgehê dikin û hewl didin bêyî ku sîmayê wê yê dêrîn û resen biguherin, wê nû bikin.

 

Zanayê Olî yê Lalişê Babe Cawîş dibêje: “Mîr qebûl nekir ti blokek were danîn. Ew dixwazin bi beran were çêkirin. Herweke berê be. Ji ber vê em vî karê pîroz bi beran dikin. Em keyfxweş in.”

 

Laliş perestgeha sereke ya Kurdên Êzdî ye. Li gor bîr û baweriyên olî yên Kurdên Êzdî, berî hemû dinya av bûye yekemîn car erd û zevî li Lalişê hatiye afirandin. Wate Lalîş hêvinê dinyayê ye. Lewma ew weke cihekî pîroz dizanin.

 

Herwiha Perestgeha Lalîşê di serdema Şêx Hadî de, wate di çerxê 12an piştî zayînê hatiye nûjenkirin. Laliş cihê hec û ziyareta Kurdên Êzdî ye. Li ser Êzdiyan ferz e ku di jiyana xwe de carekê serdana Lalişê bikin.

 

Berpirsê Ragihandina Perestgehê Luqman Silêman jî got: “Kezaxtî û mesref ji sinduqa Mîr e. Hinek xêrxwaz û kesên kar dikin xilmetkar in. Kevir û beran ji gundên Êzdiyan tînin. berên kev in.”

 

Li gorî amarên ragihandina perestgehê, her sal zêdetirî 300 hezar kesan serdana perestgehê dikin, ku zêdetirî 30 hezar kes ji wan ji derveyî welat tên.

 

Li perestgeha Lalişê gora Şêx Hadî û çend çak û xasên ola êzdatiyê hene. Perestgeh 15 kîlometre ji bakûrê navçeya Şêxanê dûr e.

 

Nivîs: Necmî Salih

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst