Zanîngeha Rojava dest bi wergirtina xwendekaran kir

13-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojava Zanîngeh Kolej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Zanîngeha Rojava ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, dest bi wergirtina xwendekaran kir, ev zanîngeh ji 4 kolejan û 11 beşan pêk tê, tenê di koleja zanist û perwerdeyê de 8 beş hene.

 

Endamê Komîteya Rêveberiya Nexeşxaneyê Serbest Nebî dibêje; “Zanîngeha Rojava ji 4 kolej û 11 beşan pêk tê. Kolejên çandinê, petro kîmya, zanist û edebiyata kurdî hene.”

 

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber nakokiyan, gelek xwendekar ji pêvajoya xwendinê bê par man, bi gotina mamostayekî Koleja Edebiyatê, di zanîngeha Rojava de sektora xwendinê lawaz bûye.

 

Mamosteyê Koleja Edebiyatê Şêrgo Yûsif dibêje; “Valabûnek di sektora xwendinê de li Rojava li Bakurê Sûriyê heye. Ev yek bû sedem ku Rêveberiya Xweser piştgîriya projeya me bike, me pêşniyara avakirina zanîngeh û kolejan kir, ku ji çend beşan pêk tê.”

 

Zanîngeha Rojava, sîstemeke taybet birêve dibe. Beşdarbûna rojane ya xwendekaran di dersan de weke nirxandinek ji bo asta wan tê hisab kirin.

 

Xwendekar Sîmav Hesen jî diyar dike; “Wergirtina xwendekaran bi rêya hevdîtina ligel rêveberiya zanêngehê dibe. Ezmûnên xwendekaran jî bi rêya beşdarbûna rojane ya xwendekaran dibe. Ezmûnên mehane nînin. Pêvajoya xwendinê bi giştî baş e, bi taybet ev yekem sal e ku vê zanîngehê dest bi kar kiriye.”

 

Heta niha jî nayê zanîn, gelo dê li ser asta herêmî û navneteweyî ev zanîngeh bê qebûlkirin yan na. Rêveberiya zanîngehê jî hewl dide di vê derbarê de têkiliyan ligel hin zanîngehên derve dayne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst