Ormiye – Îran nahêle kurd di mizgefta xwe de nimêj bikin!

 

Ormiye (Rûdaw) – Ev sê hefte ne dewleta Îranê nahêle kurdên Ormiyê di mizgefta xwe de nimêj bikin. Kurd jî ji vê yekê nerazî ne û heta niha gellek caran rabûne xwepêşandanê.

Çend roj berê dewleta Îranê melayê mizgefta Quds a bajarê Ormiyê, ku li taxa Îslam Abadê ya bajêr e û kurd û sunnî tê de nimêj dikin, guhertibû û melayekî din danîbû dewsa wî. Ev yek rastî nerazîbûna kurdan hatibû û kurd rabibûn xwepêşandanê lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn serkutkirin.

Ji wê demê ve heta niha dewlet nahêle kurd di mizgefa xwe de nimêja îniyê bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, dewletê vê carê jî gef li kurdên Ormiyê xwariye û ragihandiye ku ew dê nehêlin vê îniyê jî kurd di mizgefta xwe de nimêj bikin.

Melayê kurd ê mizgefta Qudsê, 10 sal bûn pêşnimêjiya mizgeftê dikir lê bi hinek hêcetên ku nayên zanîn, hatibû guhertin.

Hêzên dewletê jî guvaşê li kurdan dikin û ji wan re dibêjin, divê wî melayê ku dewletê destnîşan kiriye, qebûl bikin.

Li gorî agahiyan, heta niha di aloziyên wê mizgeftê de 10 kes birîndar bûne.

Tê gotin ku îhtimala wê heye tevahiya mizgefên kurdan û sunniyan ên Ormiyê bikeve bin destê Saziya Ewqafê ya Îranê.