Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Efrînî yên ku ji Heleb û navçeya Şehbayê vegeriyane, ji aliyê çekdaran ve tên girtin û bac li ser wan tê sepandin.
Çavkaniyeke taybet a ji Efrînê ji Rûdawê ragihand ku koçberên ji Efrînê yên ku vegeriyane, ji aliyê çekdaran ve tên girtin û bac li ser wan tê sepandin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku navê koçberên vegeryayî ji aliyê grûpên çekdar ve tê tomarkirin û gencên di navbera 18-30 salî de radestî polîsên leşkerî û sivîl tên kirin.
Piştî lêkolînên hûr û dirêj bi biryara dadgehê 500 dolar li ser her koçberekî vegeryayî tên sepandin.
Ew koçberên ku nikarin bacê bidin li zindanan girtî dimînin.
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Piştî wê êriş gelek herêmên di bin kontrola hêzên Kurdan de yên wekî Til Rifet û Şehbayê jî ketin destê çekdaran.
Piştî ku herêmên Kurdan hatin dagirkirin koçberên Efrînî yên li wan deran ducare koçber bûn û hinek ji wan vegeriyan Efrînê.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse