Li Tişrînê şer di navbera HSD û çekdaran de derket: Metirsî heye bendav biteqe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bendava Tişrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê” de şer derket.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Gêlo Îsa ji Rûdawê re ragihand ku li Benda Tişrînê di navbera HSD û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de şer û pevçûn derketine.

Gêlo Îsa diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan elektrîka Kobaniyê careke din qut bûye.

Bi gotina Gêlo Îsa derdora Kobaniyê û Pira Qereqozaqê aram e.

Metirsî heye ku Bendava Tişrînê biteqe

Li aliyê din, çavkaniyeke nêzîkî HSDyê jî ragihand ku çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê agirbest xera kiriye û êriş kiriye.

Bi gotina wê çavkaniyê çekdar bi çekên giran hewl didin bi pêş de herin û şervanên HSDyê jî bersiva êrişan didin.

Heman çavkaniyê her wiha got ku metirsiya wê yekê heye ku Bendava Tişrînê biteqe.

Eger ew bendav biteqa dibe ku karesateke mirovî rû bide.

Her wiha çavkaniyek ji Îdareya Giştî ya Bendavên Feratê ji Rûdawê re got ku Bendava Tişrînê ji ber rûbirûbûna leşkerî di metirsiyê de ye û got:

“Bendava Tişrînê çend caran hatiye bombebarankirin. Herêma bendava Tişrîn ji asman û erdê ve tê armancgirtin. Bendava Tişrînê niha ji kar ketiye

Ji ber bombebaranê bendavê zerer dîtiye û ne dûr e karesateke mirovî  çêbibe.

 “Zerer dê bigihêje Îraqê jî”

Bi gotina çavkaniya Rûdawê têkçûna bendavê dê zererê bigihîne Îraqê jî.

Ji tevahiya 270 karmendê bendavê niha tenê 6 karmaend li wê derê mane.

“Em dê şervanan ji Minbicê vekişînin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku şervan dê ji bajêr vekişin.

Mezlûm Ebdî diyar kiribû ku wan bi berxwedana şervanên ya li Minbicê êrişên ku ji Rojavayê Feratê dihatin radiwestandin û got:

“Me ji bo parastina sivîlan bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest ragihand.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên ku ji 27ê Çiriya Paşîn ve li ber xwe dida dê di dema herî zû de ji herêmê bên dûrkirin.

Armanca me ew e ku li seranserê Sûriyeyê agirbest çêbibe û ji bo paşeroja welêt pêvajoya siyasî dest pê bike.”