Li Êlihê muzîkjenekî Kurd kuştî hat dîtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bengîn Tokay Kuştî Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Bengîn Tokay ku li şahiyan sazbendî dikir li ser rêya navçeya Qûbînê kuştî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan îro li ser rêya navçeya Qûbînê ya parêzgeha Êlihê termê kesekî hatiye dîtin ku bi çekê gule lê hatiye ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûne cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku kesê mirî Bengîn Tokayê 32 salî ye û li herêmê wekî sazbend tê naskirin.

Bengîn Tokay zewicî ye û bavê 4 zarokan e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst