Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber gaza karbonmonoksîtê ya sobeyê kesek mir.
Li gor agahiyan, malbata kesê bi navê Recep Tayyîp Înan dema ji wî agahî wernegirtiye polîs û tîmên.
Recep Tayyîp Înanê 38 salî li benzînxaneyeke li ser rêya di navbera Kolîk û Siwêregê de kar dikir.
Tîm çûne benzînxaneyê dîtine ku Înan ji ber gaza karbonmonoksît ya sobeyê bi jehrê ketiye û ji ser hişê xwe çûye.
Tîmên tenduristiyê Înan veguhast Nexweşxaneya Delwetê ya Kolikê lê tevî hewildanên bijîşkan Înan li nexweşxaneyê mir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse