Nûnerekî Mafên Mirovan ê Sûriyeyê: 800 keç û jinên Êzidî di girtîgeha Cebhet el Nusrayê de hene
Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerekî Mafên Mirovan ê Sûriyeyê Araz Celal ragihand ku 800 keç û jinên Êzidî di girtîgeha Cebhet el Nusrayê de hene.
Nûnerê Rêxistina Geşepêdana Mafên Mirovan a Sûriyeyê Araz Celal ku Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye, ragihand ku girtîgeheke Cebhet el Nusrayê heye ku niha jî maye û nêzîkî 800 keç û jinên Êzidî tê de mane.
Ji bilî vê, tê gumankirin ku Pêşmergeyên bêserûşûn jî di wê zindanê de bin.
Hevjîna yek ji Pêşmergeyên bêserûşûn got ku hîn jî hemû cil û berg mane û çavê wan li derî ye ku bi saxî vegere malê.
Parêzerekî xwebexş di doza Pêşmergeyên bêserûşûn de ragihand ku agahiyên wan hebûn ku heta sala 2018an, 58 Pêşmerge li Sûriyeyê dîl ketin destê DAIŞê û sax bûn.
Nûnerê Rêxistina Geşepêdana Mafên Mirovan Araz Celal ku Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye û zêdeyî 15 salan e şopandinê li bêserûşûnên Sûriyeyê dike, beşdarî bernameya podkastê ya “Bi Dema Dihokê ya Radyoya Rûdawê bû.
“DAIŞê bi xwe nedixwest wan bikuje”
Araz Celal di bernameyê de got:
“Piştî nemana desthilata DAIŞê li Îraqê, DAIŞê Pêşmergeyên dîl ku nêzîkî 60 Pêşmergeyan bûn, bi xwe re birin Sûriyeyê li Dêrezor û Bokemalê.
Di dema êrişa hikûmeta Sûriyeyê de li ser DAIŞê li deverên Dêrezor û Bokemalê, agahiyên me hebûn ku ji sedî 100 ew Pêşmerge sax in, lewra yan di zindanên hikûmeta Sûriyeyê de li Şam û Humsê bûn an jî DAIŞê ew dabûn hêzên Cebhet el Nusrayê.
Lê DAIŞê bi xwe nedixwest wan bikuje, çimkî pêdiviya DAIŞê pir bi wan hebû ku bi dîlên xwe yên di destê hikûmeta herêmê de pevbiguherin.”
“800 keç û jinên Êzidî di girtîgeha Cebhet el Nusrayê de ne”
Wî berpirsê mafên mirovan ê Sûriyeyê zanyariyên nû li ser zindaneke Cebhet el Nusrayê eşkere kirin û got:
“Zindaneke Cebhet el Nusrayê heye û niha jî maye û zanyariyên me hene ku 800 keç û jinên Êzidî ku berê ketibûn destê DAIŞê, vêga di girtîgeha Cebhet el Nusrayê de ne.
Ji bilî wan, dibe ku Pêşmergeyên bêserûşûn jî di heman zindanê de bin.”
Roja 8ê vê mehê desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê ket, deriyên piraniya zindanan hatin vekirin, bi sedan nav û wêneyên girtiyan li ser torên medyaya civakî hatin belavkirin û vê yekê hêviyek li xizm û malbatên kesên windayî û bêserûşûn ên Herêma Kurdistanê vegerand.
“Nêzîkî 60 hezar girtî ji girtîgehên Sûriyeyê hatin azadkirin”
Araz Celal hejmara girtiyên ku li Sûriyê hatin azadkirin eşkere kir û ragihand:
"Li gorî agahiyên me, nêzî 60 hezar girtî ji girtîgehên Sûriyeyê hatin azadkirin lê hîn jî girtiyên din jî mane û bi sedan girtiyên din hê jî nehatine azadkirin."
Gulbihar Ehmed hevjîna yek ji Pêşmergeyên bêserûşûn bi navê Bapîr Îsa ye.
“Hîn jî hemû cil û kincên wî li cem me”
Wê bi çavên tijî rondik çîroka bêserûşûnbûna hevjînê xwe vegot û ragihand:
“Tebaxa 2024an hevjînê min li nêzîkî Mûsilê ket destê DAIŞê. Piştî çend heyvan, çend wêne û vîdeoyên girtiyên DAIŞê weşandin û ew jî di nav wan de bû.
Lê heta niha ti agahî derbarê wî de bi dest me neketiye. Piştî bûyerên Sûriyeyê û belavbûna nav û vîdeoyan ji hundirê zindanên Sûriyeyê, xew bi çavê me neketiye û em bê navber li nav û wêneyan dinêrin.
Tenê du zarokên min hene. Wê çaxê temenê wan 6 û 8 salî bû.
Vêga mezin bûne û timî dipirsin bavê me dê kengî vegere. Hîn jî hemû cil û kincên wî li cem me hene û em her li benda wî ne ku derî veke û were hundir.”
“Pêşmergeyên bêserûşûn heta 2018an jî sax bûn”
Nêçîrvan Mûsa 2018an wekî parêzerê xwebexş ê Pêşmergeyên bêserûşûn şopandinê dike, ji Rûdawê re got:
“Heta vêga dozên 58 Pêşmergeyan li cem me hene, hemû bêserûşûn in, ji sedî 100 agahiya me hebû ku heya 2018an zindî bûn û ji Îraqê veguhastinbûn Sûriyeyê.
Piştî vekirina deriyên zindan û girtîgehên Sûriyeyê heta niha tenê navê du ji van Pêşmergeyan li ser torên civakî hatiye belavkirin lê wekî zanyarî ji sedî 100 kes eşkere nebûye û em ji berpirsên mafên mirovan dixwazin ku ji bo eşkerekirina Pêşmergeyên ku ev zêdeyî 10 salan e windayî û bêserûşûn in, alîkar bin.”