MINBIC - Komên çekdar dîlan dikujin

3 demjimêr berê
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Minbic Komên Çekdar HSD Şervan Dîl Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê hinek şervanên HSDyê kuştin ku li Minbicê dîl girtibûn.

Çalakvanê sivîl û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê hinek şervanên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ên dîl kuştine.

Li gorî agahiyên ku Şêxo dane, ev şervan li Minbicê di êrişa komên çekdar de hatibûn dîlgirtin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn, yek jî dilên ku hatiye kuştin Ehmed Mihemed Hesenê 50 salî ye, ew ji gundê Metînayê yê Kobaniyê bû û ajokarê otomobîleke leşkerî bû.

Li gorî agahiyan, kom û komikên çekdar 24 şervanên HSDyê dîl girtibûn lê paşê wan xeber daye xizmên hinekan ji wan ku wan ew şervanên dîl kuştine.

Hinek dîlên ku ji malbata wan re xebera kuştina wan çûye ev in:

Ednan Hesen Xelef û birayê wî Elaa, ew jî ji gundê Metînayê bûn û pismamên Ehmed Mihemed Hesen in.

Îbrahîm Şêxo bi rêya Rûdawê bangî rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku ji bo rizgarkirina dîlan hewl bidin.

Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide wan ji 27ê Çiriya Paşîn ve êrişî Minbicê dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku şervan dê ji bajêr vekişin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sala 2016an Minbic ji DAIŞê rizgar kiribû.

Minbic bi ser parêzgeha Helebê ve ye û sala 2011ê bi kêmî 120 hezar kes lê hebûn, li gel koçberbûna niştecihên bajarê Helebê û navçeyên derdora wê hejmara wan bi ser 400 hezar kesî ket.

Nêzîkî ji sedî 25ê şêniyên Minbicê Kurd in û ji bilî Ereban, Tirkmen û Çerkez jî hene.

Li Minbicê 4 eşîrên mezin ên Ereb hene û kî desthilat be ew piştgiriya wan dikin.

Minbic dikeve rojavayê Çemê Firatê.

Li ser rêya serekî ya M4ê ye ku Rojavayê Kurdistanê bi Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ve girê dide.

Nîşana hoz û eşîretgeriyê bi ser jiyan û helwesta Erebên Minbicê de zal e û ew li gorî berjewendiyên xwe yên darayî tevdigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst