SEMSÛR - Hevserokê DBPyê hat desteserkirin

12-12-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr DBP Zekî Manas Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê, li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê îro di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de bi hinceta “alîkariya PKKyê” Hevserokê DBPyê yê Îslahiyeyê Zekî Manas desteser kir.

Cendirmeyan Zekî Manas ji bo karên îfadewergirtinê bir Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Tîmên ewlehiyê piştî karên îfadeyê Manas veguhast Dadgeha Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst