Pevçûna li Rihayê: Hejmara kuştiyan derket 2yan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê kesekî din ê ku di pevçûna malbatan de birîndar bûbû canê xwe ji dest da.

Li taxa Yenîşehîrê ya Wêranşarê doh du malbat ji ber sedemeke nediyar bi dar û ber û çekan pev çûbûn.

Di encamê de kesên bi navên Tahsin Yilan, Mehmet Y., Faîk Y., Ahmet Y. û Mahmut Y. birîndar bûbûn.

Lê birîndarê bi navê Tahsîn Yilan li Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê tevî hemû hewldanên bijîşkî doh canê xwe ji dest dabû.

Herwiha îro sibihê jî kesekî din ê bi navê Mehmet Yilan ku di pevçûnê de birîndar bûbû can xwe ji dest da.

Bi vê yekê hejmara kesên ku canê xwe ji dest da derket 2yan.