RIHA - Bi hinceta PKKyê 7 kes hatin desteserkirin

12-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, li 4 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta "endamtiya PKKyê" 7 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, bi hinceta "endamtiya PKKyê" derbarê 7 kesan de biryara girtinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya biryara serdozgeriyê de li parêzgehên Riha, Wan û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê operasyon kir.

Di operasyonan de bi hinceta “endamtiya PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî li heman parêzgehan birin fermandariyên cendirmeyan ên bajaran.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst