Li Agiriyê 48 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê, îro 48 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de kontrolên li dijî koçberan zêde bûne.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Agiriyê îro li navçeya Bazîdê di nav xaniyekî vala de 48 koçberên Efxanistanî desteser kirin.

Aliyên pêwendîdar 48 koçber piştî karên yasayî bi armanca paş de vegerandinê şandin Îdareya Koçê ya Agiriyê.

Parêzgehên Agirî û Wanê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî ji bo koçberên Efxanistan, Îran û Pakistanê wekî rêgeheke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tên bikaranîn.