Ji ber êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê bazara xanî û erseyan sekiniye

12-12-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê xanî erzan bûne
Li Rojavayê Kurdistanê xanî erzan bûne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Xanî Erzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê kirîn û firotina xanî û erseyan li gorî par û pêrar gelekî kêm bûye.

Herwiha xanî û erse bi rêjeya ji sedî 50 erzan bûne.

Lewend Mihemed ku li bajarokê Girkê Legê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê xwediyê ofîseke kirîn û firotina erseyan e got ku li gorî par û pêrar, nirx daketine nîvî û kêmî nîv.

“Gef û êrişên Tirkiyeyê yek ji wan sedeman e ku xanî erzan bibin”

Lewend Mihemed ji Rûdawê re li ser rewşa bazara xanûberan a li Rojavayê Kurdistanê axivî û got:

“Rewşa kirîn û firotina xanûberan, nexasim xanî, firoşgeh û zevî, gelekî kêm û lawaz bûye.

Gelek sedem jê re hene, hin jê ev in: Gefên dewleta Tirk a dagîrker ên li ser Rojavayê Kurdistanê, sedemên aborî û şerên ku li cîhanê dibin, herwiha krîza dolar, ev hemû bûne sedem ku nirxên xanûberan gelekî kêm bibin.

Li gorî par û pêrar, nirx daketine nîvî û kêmî nîvî.”

“Xanî ji sedî 50 erzan bûne”

Lewend Mihemed, ji Rûdawê re behsa hin nimûneyan kir û wiha pê de çû:

“Şuqeyeke (daîreyek) 100 metre çargoşe, amadekirî, bi derdora 30 hezar dolarî dihate firotin lê îro daketiye 15 hezaran û kêmtir.

Herwiha şuqeyeke 200 metre çargoşe ya amadekirî bi 40 hezarî heta 50 hezar dolarî dihate firotin, lê îro bûye bi 25 hezar heta 20 hezar dolarî.

Ya heykel jî bi 25 hezar dolarî heta 30 hezar dolarî dihate firotin lê îro nirxê wê daketiye derdora 15 hezar heta 10 hezar dolarî. Ew jî l igorî cihê wê şuqeyê ye.

Em ji bîr jî nekin ku koçberiya van salan jî bandorek li ser bazara xanûberan kiriye û nirxên wan gelekî nizim kirine.”

Ji ber krîzên aborî, siyasî, leşkerî û ewlehî, gef û êrişên Tirkiyeyê yên li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê xanî û erse gelekî erzan bûne.

Ev bûne sedem ku ziyaneke mezin bigihîje xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Li aliyê din ji ber heman sedaman bazar kirîn û firotina xanî û erseyan hatiye ber rawestandinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst